Lady Gaga an jî Lady GaGa, (jdb. 28ê adar 1986 li New York, DYAyê) bi navê xwe yê fermî Stefani Joanne Angelina Germanotta, stranbêjeke amerikî ya muzîka pop e. Berî ku dest bi strangotinê kir, ji bo komên wek Pussycat Dolls stran nivîsî.
Albûma wê ya yekem a bi navê The Fame di 19ê tebaxê ya 2008an kete piyasê. Albûm di welatên rojavayê de gelek hat ecibandin û stranên wê yên bi navê Just Dance û Poker Face li cîhanê gelek bi ser ketin. Albûmê şeş caran ji bo xelata Grammy hate pêşniyarkirin û wek bastirîn albûma Electronic-/Dance ê hate hilbijartin. Di çiriya paşîn a sala 2009an de albûma wê ya duwem a bi navê The Fame Monster derket û ew jî gelek biserket.
Lady Gaga navê xwe ji strana Queens a bi navê Radio Ga Ga (ku ji aliyê Roger Taylor ve hatibû nivîsandin) ra girt.
Dîskografî
Albûmên wê
- The Fame (2008)
- The Fame Monster (2009)
- Born This Way (2011)
- ARTPOP (2013)
- Cheek to Cheek (2014)
- Joanne (2016)
- Chromatica (2020)
- Mayhem (2025)
Klîbên wê
- Just Dance (2008)
- Poker Face (2008)
- Eh, Eh (Nothing Else I Can Say) (2009)
- LoveGame (2009)
- Paparazzi (2009)
- Bad Romance (2009)
- Telephone (2010)
- Alejandro (2010)
- Born This Way (2011)
- Judas (2011)
- The Edge of Glory (2011)
- Yoü and I (2011)
- Marry the Night (2011)
- Applause (2013)
- Do What U Want (2013)
