factograf
KU
Sign in

Condoleezza Rice

Condoleezza Rice

Key facts

roja jidayikbûnê14ê mijdara 1954an
xwendiye liZanîngeha Denverê
pîşesiyasetmedar, nivîskar, siyasetnas
cihê jidayikbûnêBirmingham
karderZanîngeha Stanfordê
All data from the card 8
Jidayikbûn
14 çiriya paşîn 1954 Birmingham (Alabama)
Hevwelatî
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
Perwerde
Zanîngeha DenverêZanîngeha Notre DameJosef Korbel School of International Studies
Pîşe
Siyasetmedarsiyasetnasmamosteyê zanîngehêakademîsyen
Meqam
United States Secretary of State (2005–2009)United States National Security Advisor (2001–2005)
Partiya Siyasî
Partiya Komarparêz
Xelat
Eric M. Warburg Award (2007)Candace Award (1989)Horatio Alger Award (2010)Order of Stara PlaninaOrder of the Star of Romania
Malper
profiles.stanford.edu/condoleezza-rice

Condoleezza "Condi" Rice (jdb. 14 çiriya paşîn 1954) dîplomat û siyasetnasa DYAyê ye. Ew niha li Zanîngeha Stanfordê Enstîtuya Hoover bi rê ve dibe. Wek endama Partiya Komarparêz, wê ji 2005 heta 2009 wek 66emîn wezîra derve yê DYAyê kar kir û ji 2001 heta 2005 19emîn şêwirmenda ewlehiya neteweyî ya Dewletên Yekbûyî bû. Rice yekem jin û yekem wezîra derve ya afroamerîkî bû ku wek şêwirmenda ewlekariya netewî kar bike. Heta hilbijartina Barack Obama wek serok di 2008an de, Rice û selefê wê Colin Powell di dîroka saziya rêvebirina federal de afromerîkiyên herî payebilind bûn. Di dema tayînkirina wê de wek Wezîra Derve, Rice di dîroka DYAyê de jina herî payebilind bû ku di rêza serokatiyê de cih girtiye.

Rice li Birmingham, Alabama ji dayik bû û di dema cudabûna nijadî ya başûrê DYAyê de mezin bû. Wê di warê zanistên siyasî de lîsansa xwe ya Bachelorê ji Zanîngeha Denverê û lîsansa xwe ya Masterê jî li Zanîngeha Notre Dame wergirt. Di sala 1981 de, wê doktoraya xwe ji Dibistana Lêkolînên Navneteweyî ya li Zanîngeha Denver wergirt. Dû re wê li Wezareta Derve ya di bin rêveberiya Carter de xebitî û di Encumena Ewlekariya Neteweyî de wekî şêwirmenda karûbarên Sovyetê û Ewropaya Rojhilat a serok George H. W. Bush, di dema hilweşîna Yekîtiya Sovyetê û yekbûna Almanyayê de ji 1989 heta 1991. Rice pişt re li Zanîngeha Stanfordê bû alîkara akademîsyen û li wir heta 1999 xebitî. Di 17ê kanûna pêşîn 2000 de, ew wek şêwirmenda ewlekariya neteweyî tevlî rêveberiya George W. Bush bû. Di dewreya duyem a Bush de, ew li şûna Colin Powell bû Wezîra Derve, bi vî awayî bû jina yekem a afromerîkî, duyemîn afroamerîkî piştî Powell, û jina duyem piştî Madeleine Albright bû ku vê postê bigire.

Read next

In 90 languages

Text from Wikipedia, CC BY-SA 4.0 · Source article