factograf
KU

Lehengekî mîtolojiya yewnanî

Aîas

Aîas
All data from the card 7
Perestvan
mîtolojiya yewnanî
Tekst
Îlyada
Zayend
Nêr
Festîval
suicide of Ajax
Jidayikbûn
Nayê zanîn
Dê û bav
Telamon (bav)Perîbea (dê)
Zarok
EurîsakêsFîleosAiantîdês
Aîasê xemgîn, bi destê Asmus Jacob Carsten (1791)
Aîasê xemgîn, bi destê Asmus Jacob Carsten (1791)

Aîas an jî Aîasê Mezin lehengekî Şerê Troyayê, kurê Telamon û Perîboeayê.

Şerê Troyayê da

Aîas kesekî wêrek, bihêz û heman demê de xwedî aqilê şerê jî bû. Leşkerên xwe ra ferman da ku mertalên tunc û heft cara laşên çêlekê wêranî bi kar bînin. Sedema giringiya Aîas, ew tu car xwedawendan alikarî nestandibû û tu carê birîndar jî ne bibû.

Ji bilî kesên din Aîas di şer de ne erîşkirinê, di parastinê dihat xuyakirin. Bi taybetî şerê nêzîkê keştîyên Akayiyan û parastina laşê Patraklosê da cihek girîng girt. Ew agahiyên paşketina akayiyan û erîşên siwariyên troyayî dibêje her kesê.

Mirina Aîas

Xwekujiya Aîas, resimê bi boyaxa zeytê, bi destê Nicolas Poussin (1594)
Xwekujiya Aîas, resimê bi boyaxa zeytê, bi destê Nicolas Poussin (1594)

Dema Axîleûs ji aliyê Parîs tê kuştin, Aîas û Odîseûs bi hevre ji bo filitandina laş û çekên wê êrîşekî li hember siwariyên Troyayê diken. Laş û çekên Axîleûsê ji destê troyayiyan xilas diken û wan tênin keştiya.

Piştî şîna Axîleûs Aîas jî Odîseûs jî dixwazin mertala Axîleûs yên wan bî. Ji ber ku ew mertal aliyê Hêfestos li Çiyayê Olîmpêyê hatibû çêkirin. Aîas û Odîseûs pêşbaziyek navbeyna xwe da çêkirin. Aîas bi hêzbûna xwe û xilaskirina keştiyan, îdîaya destxistina mertalê xurttir dikir. Lê Odîseûs xweşik bûna axaftina xwe û heman demê de alikariya Atênêyê jî, biryara konseyê aliyê wê dibe. Konsey mertalê dide Odîseûsê. Aîas vê yekê pir aciz dibe dixwaze ku tola bistîne.

Aîas dema akayî radizên erîşê wan dike lê Atênê nahêle hişê wê şaş dike, pezên destketî wek hêzên akayiyan dibîne û wan dikuje. Sibeyê vê yekê dibîne pir poşman dibe. Tekmessayê ku nava şer de kir bû jina xwe û zarokekî wan jî hebû ba wê bû, lava kir Aîas xwe nekuje. Lê Aîas gotina wî nekir xwe avête ser şûrê Hektor ji wê ra diyar kirî û mir.

Piştî mirina Aîas Agamemnon û Menelaos qebûl nakin ku laşê wê bête binaxkirin. Lê birayê wê Teucer vê yekê qebûl nake û bi alîkariya Odîseus jî Key Agamemnon û birayê wê vê fikrê berdiden. Aîas li wir tê weşartin.

Read next

In 59 languages

Text from Wikipedia, CC BY-SA 4.0 · Source article