factograf
KU

xwarin

Şilikî

Şilikî
Şilikî
Şilikî

Şilikî navê şîraniyeke kurdan e û ji pêjgeha Rihayê ye.

Şîraniya kurdan "Şilikî" ji ber ku li Tirkiyeyê kete nava gotinên erotîk jê re patent nayê stendin.

Çêkirin

Ji bo çêkirina şilikiyê ev malzeme pêwîst in:

  • 3 qedeh şîr
  • Qedehek av
  • 4 hêk
  • 250 gr arvan
  • gûz an jî fistiq
  • rûnê ron ji bo binê rûnbirêşkê (tawayê)
  • Ji bo Şerbetê; kîloyek şekir û lîtreyek av

Di tasekê de hêk û şîr tên lihevxistn. Arvan bi ser de tê dayîn û heta girik nemînin tê lihevxistin. Rûn di tawayê de têxistin piştre hevîrê ron bi kevçî yeko yeko têxistine tawayê.

Hevîr pêwîst e di tawayê de zirav be û hemû binê tawayê bigre. Nêzî 20 heb şilkiyên wisa tên çêkirin û di tawayê de her du aliyê wan tê bipijirandin.

Ji şekir û avê şerbet tê çêkirin. Şerbet ser şilikiyan tê berdan. Piştre bi fistiq an jî gûzan serwis tê kirin.

Çavkanî

  • netkurd.com: Şilikî erotîk e nikare patantê bigre! Girêdana arşîvê 2016-03-04 li ser Wayback Machine

Read next

In 58 languages

Text from Wikipedia, CC BY-SA 4.0 · Source article