Yamussukro paytexta welatê Peravê Diranfîlê ye. Zêdetirî ji 360,000 kes li şaredariya Yamussukroyê dijîn. Di sala 2014an ve, bajar li welêt pêncemîn mezintirîn bajarî bû; Ger mirov şaredariyên xweser ên Abidjanê bi serê xwe bihesibîne yazdehemîn şaredariya herî mezine. Di nava şaredariyê de 31 gund hene. Di sala 1950an de Yamussukro hîn gundek bi qasî 500 niştecîhan bû. Serokê yekem a Perava Diranfîlê, Félix Houphouët-Boigny ku ji Yamussukro bû, gundê xwe ji salên 1960î ve kir bajarekî mezin, di sala 1983an de ev bajar jî kir paytext.
Nifûs
| Sal | Nifûs | ±% |
|---|---|---|
| 1975 | 37.253 | — |
| 1988 | 110.013 | +195,3% |
| 1998 | 155.803 | +41,6% |
| 2014 | 281.735 | +80,8% |
| 2021 | 340.234 | +20,8% |
| Çavkanî: Li ser bibîne | ||
Girêdanên derve
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Yamussukro de hene
