Sincik (bi tirkî: Sincik) qezaya Adiyemanê ya herî piçûk e, li bakurê Semsûrê, di navbera Semsûr û Meletiyê da ye, nêzîkî 2.600 mirov lê dijiya. Herçar aliyê xwe çiyayên bilind in, li rojava çiyaye Belê (Nemrûd) li bakur çiyaye Spî û çiyaye Bega, li başûr herdin çiyayên piçûk hene.
Şehriyariya Geller (tr: Inlice) herî mezina Sincikê ye. Li vi derê nêzîkî 3.070 kes dijîne li gundên xwe yên mezin: Qerçor, Birmisa, Çet.
Li vir lîloz (lale) ya ters (paspê) herî navdarê cihanê ye. Pîvazê Gellerê jî li herêmê da herî giring cih digire. Li vir, zivistan zav sar û dirîje. Her sal nêzîkî 2.50 cm-3.00 cm berf li dibare û nêzîkî meha gulanê ranabe, havîna vê derê zav xweş e, zozanên Sincikê da mêşhengivan li vê derê sun digirin heta ber payîzê disekinin.
