Samsung Group (wekî SΛMSUNG hatiye stîlîzekirin) pargîdaniyeke hilberîna pirneteweyî ya Koreya Başûr e ku navenda pargîdanyê li Samsung Digital City li bajarê Suwon a Koreya Başûr e. Samsung gelek pargîdanyê girêdayî vedihewîne ku piraniya wan di bin marqeya Samsungê de hatine yek kirin û chaebola (konglomeratiya karsaziyê) herî mezin a Koreya Başûr e. Ji sala 2020an ve Samsung xwedan nirxa marqeya herî bilind a heştem a cîhanê ye.
Şirket ji aliyê Lee Byung-chul ve di 1938an de hatiye avakirin.
