factograf
KU
Sign in

OpenOffice.org

OpenOffice.org
All data from the card 2
Malper
www.openoffice.org
Avabûn
2002
OpenOffice.org kontrola rastnivîsa kurdî jî dike
OpenOffice.org kontrola rastnivîsa kurdî jî dike

OpenOffice.org nivîsbariya azad ji bo ofîsê ye. OpenOffice.org dikare her tiştê ku Microsoft Office dike pêk bîne, lê belaş û azad e. Kurtenavê OpenOffice.org'ê OOo ye.

Ji bo kontrolkirina rastnivîsê OOo bernameya "MySpell" bi kar tîne. Ji bo MySpell ferhengeke bi kurdî heye. Lewma OOo bernameya yekemîn bi kontrola rastnivîsa kurdî ye. Bi DicOOo mirov dikare ferhenga rastinvîsa kurdî daxe.

OpenOffice.org bi piranî li kurdî hatiye wergerandin. Kurdîkirina wê ji aliyê Komeleya Karger û Koma PcKurd ve hatiye kirin. Yekem car OpenOffice.org 2.1 bi awayê ceribandin bi kurdî hate weşandin. OOo ji bo Microsoft Windows û Linux heye.

Girêdanên derve

  • Rûpelên kurdî yên OpenOffice.org Girêdana arşîvê 2011-12-02 li ser Wayback Machine
  • Malpera MySpell a kurdî Girêdana arşîvê 2005-03-26 li ser Wayback Machine
  • bi DicOOo ferhenga kurdî daxe Girêdana arşîvê 2005-04-19 li ser Wayback Machine Paketa rastnivîsa kurdî ji bo OpenOffice.org
  • Agahiyên bi kurdî

Read next

In 67 languages

Text from Wikipedia, CC BY-SA 4.0 · Source article