factograf
KU

fîlm

Nîvê Heyvê (fîlm)

All data from the card 11
Derhêner
Behmen Qubadî
Çêker
Behmen Qubadî
Senaryo
Behmen QubadîBehnam Behzadi
Aktor
Gulşîfte FerahanîHedieh TehraniHassan Pourshirazi
Muzîk
Hossein Alizadeh
Derhênêrêdîmenê
Nigel Bluck
Çêkirin
Hayedeh Safiyari
Çapkirin
20069 tebax 2007 (Almanya)
Dom/Mawe
114 deqîqe
Welat
Îran, Awistirya, Fransa, Iraq
Ziman
Zimanê kurdî, zimanê farisî

Nîwemang an Nîvê Heyvê fîlma derhênerê kurd Behmen Qubadî. Nîvê Heyvê Awistriya, Fransa, Îran û Herêma Kurdistanê ya Iraqê hatiye kêşan. Ew fîlm ji bo 250mîn salvegera Amadeus Mozart bi piştgiriya Awistriyayê hat çêkirin.

Kurteçîroka Nivê Heyvê

Filma Nîvê Heyvê behsa çîroka hunermendê pîremêrd ê kurd Memo dike. Memo dengbêjekî pîremêrd û navdar e. Piştî 35 salan ji li bendemayinê, Memo erêkirin stend ku li Kurdistana Îraqê konsêrtekê pêk bîne. Kurê Memo naxwaze ku bavê wî bikeve ser rê, çimkî ew bawer dike ku tiştekî ne baş dê li hêviya wî be, berî ku heyv temam bibe. Keko hevalê Memo ye. Ew otobuseke dibistanan dajo û alîkariya hevalê xwe dike ku 10 kurên Memo yên muzîkvan bide hev, ku her yek li devereke rojhilata Kurdistanê dijî. Ji aliyekî dî ve, divê Memo hunermenda jin Heşo qanî bike ku pê re here konsêrtê. Heşo ligel 1334 jinên hunermend ên jin ên dî yên revyayî li devereke çiyayî dijî. Ji ber ku li Îranê qedexe ye ku jin li pêşiya mêran bistirê, Heşo xwe di otobusê de vedişêre. Rêwitiya Memo û grûpa wî ya hunermend tije zehmetî ne. Lê bêhna Memo ya fireh herkesî dibe nav hest û sihirbaziyê.

Lîstikvan

  • Ismail Ghaffari: Memo
  • Gulşîfte Ferahanî: Niwemang
  • Hedye Tehranî: Heşo
  • Allah-Morad Rashtian: Kako

Xelat

  1. Xelata Mezin Grand Prix, Festîvala Fîlm a Avarasyayê, Qazaxistan, 2007
  2. Xelata Gel, Rojnameya Radikal, Istanbul International Film Festival, Tirkiye, 2007.
  3. Fîlma Herî baş, San Sebastián International Film Festival, (Welatê Baskî, Spanya), 2006.
  4. Xelata Prize, San Sebastián International Film Festival, (Welatê Baskî, Spanya), 2006.

Girêdanên derve

  • https://web.archive.org/web/20110522195019/http://www.boston.com/ae/movies/articles/2007/08/29/half_moon_tracks_the_travails_of_kurdish_musicians/ Review by Ty Burr], The Boston Globe.
  • Review by Ronnie Scheib Girêdana arşîvê 2008-06-06 li ser Wayback Machine, Variety.
  • Review by Kirk Honeycutt, Hollywood Reporter.
  • Half Moon Girêdana arşîvê 2006-06-30 li ser Wayback Machine, New Crowned Hope Festival, Vienna, 2006.
  • [1] Girêdana arşîvê 2007-10-10 li ser Wayback Machine, Kurdish Magazin


Read next

In 14 languages

Text from Wikipedia, CC BY-SA 4.0 · Source article