Di fizîkê de, mekanîka klasîk teoriyek e ku tesîra hêzan li ser kînematîka tiştên makroskopîk û madeya girseyî rave dike, bêyî ku tesîrên kuantûmî û pir caran jî tesîrên relatîvîtî li ber çavan bigire.
Ew di danasîna tevgera tiştan de wekî gule û parçaçikan, beşên makîneyan, keştîyên fezayê, gerstêrk, stêrk, galaksî, şekilên deformasyonê, şilav, mekanîka moluker û tiştên din tê bikaranîn. Pêşketina mekanîka klasîk guhertinên giring di rêbaz û felsefeya fîzîkê de pêk anî. Klasîka diyarker vê celebê mekanîkê ji rêbazên nû yên ku piştî şoreşên di fizîkê yên destpêka sedsala 20ê de hatine pêşxistin ku sinorkirinên di mekanîka klasîk de eşkere kirin, ferq dike. Hin çavkaniyên nûjen mekanîka relativîstîk di mekanîka klasîk de vedihewînin, wekî ku meseleyê di forma wê ya herî pêşkeftî û rast de temsîl dike.
Formulasyona herî pêşîn a mekanîka klasîk bi gelemperî wekî mekanîka Newtonî tê binavkirin. Ew mekanîk ji têgehên fizîkî yên ku li ser bingehê eserên sereke yên Sir Isaac Newton (yên sedsala 17an) hatine avakirin û herwiha ji wan rêbazên matematîkî pêk tê ku ji aliyê Newton, Gottfried Wilhelm Leibniz, Leonhard Euler û kesên din ve hatine pêşxistin da ku tevgera cismên di bin tesîra hêzan de rave bikin. Paşê, rêbazên li ser bingeha enerjiyê ji aliyê Euler, Joseph-Louis Lagrange, William Rowan Hamilton û kesên din ve hatin pêşxistin; ew yek bû sebeba pêşketina mekanîka analîtîk (ku mekanîka Lagrangianê û mekanîka Hamiltonianê jî li xwe digire). Ew pêşketinên ku bi pirî di sedsalên 18an û 19an de pêk hatin, ji eserên berê wêdetir çûn; ew îro, bi hin guhertinan, di gî warên fîzîka nûjen de têne bikaranîn.
Eger rewşa niha ya tiştekî ku li gorî yasayên mekanîka klasîk tevdigere were zanin, mimkun e ku însan diyar bike ka ew ê di pêşerojê de çawa tevbigere û di paşerojê de çawa tevgeriyaye. Teoriya kaosê nîşan dide ku pêşbîniyên wextdirêj ên mekanîka klasîk ne pêbawer in. Mekanîka klasîk encamên rast dide dema ku lêkolîn li ser tiştên ku ne pir giran in û leza wan nêzîkî leza ronahiyê nabe, tê kirin. Ji bo tiştên ku mezinahiya wan nêzîkî pîvana diyametra atomê ye, pêwîstî bi bikaranîna mekanîka kuantûmê çêdibe. Ji bo ravekirina lezên ku nêzîkî leza ronahiyê dibin, pêwîstî bi teoriya rêjeya taybet heye. Di rewşên ku tişt pir giran dibin de, teoriya rêjeya giştî tê bikaranîn.
