Louis Daniel Armstrong (jdb. 4ê tebaxa 1901ê - 6ê tîrmeha 1971ê), bi nasnavên "Satchmo", "Satch" û "Pops", trompêtvan û vokalîstekî cez û bluesê yê amerîkî bû. Di nav kesayetiyên herî bi bandor ên cezê de, kariyera wî pênc dehsal û çend serdeman di tarîxa vê celebê de berdewam kiriye. Armstrong li New Orleansê jidayik bû û mezin bûye. Di salên 1920î de wekî trompet û kornetîstekî dahêner derketiya pêşî, ew bandorek bingehîn di cezê de bûye û balê ji îmrovîzasyona kolektîf ber bi performansa solo ve guhertiye. Armstrong, bi dengê xwe yê dewlemend û gurr ku wekê yekser hatiye naskirin, herwiha stranbêjekî bi bandor û îmrovîzatorekî jêhatî bû. Ew yek ji yekem hunermendên navdar ên afroamerîkî bû ku "derbasî" temaşevanên spî û navneteweyî bû û populerbûnek berfireh bi dest xistiye.
Armstrong di sala 1959an de krîza dil derbas kiriye, lê di salên 1960î de salê nêzîkî 300 şevan berdewam kiriye ku performansa xwe pêşkêş bike. Ew di sala 1968an de li Îsraêlê ji ber nexweşiya dil û gurçikan hate nexweşxaneyê. Piraniya sala 1969an ew li malê bêhna xwe veda, lê di havîna 1970ê de dîsa dest bi performansa xwe berdewam kiriye. Armstrong ku hîn jî bi hêviya vegera ser rêwiyan bû, di 6ê tîrmeha 1971ê de di xew de ji ber krîza dil miriye.
Dîskografî
- The Complete Hot Five & Hot Seven Recordings
- The Complete Louis Armstrong Decca Sessions (1935–1946) (Mosaic Records, 2009)
- All Stars (1947)
- Struttin' (1947)
- Satchmo Serenades (1950)
- Satchmo at Pasadena (1951)
- Louis Armstrong Plays W.C. Handy (1955)
- Louis Armstrong at the Crescendo, Vol. 1 (1955)
- Satch Plays Fats (1955)
- The Complete Ella Fitzgerald & Louis Armstrong on Verve
- Louis and the Angels (1957)
- Louis and the Good Book (1958)
- Satchmo In Style (1959)
- Hello, Dolly! (1964)
Fîlmografî
- 1936: Pennies from Heaven
- 1937: Every Day’s a Holiday
- 1938: Going Places
- 1941: Birth of the Blues
- 1943: Cabin in the Sky
- 1945: Pillow to Post
- 1947: New Orleans
- 1951: Here Comes the Groom
- 1951: The Strip
- 1952: Glory Alley
- 1953: The Glenn Miller Story
- 1956: High Society
- 1959: Kærlighedens melodi
- 1959: The Beat Generation
- 1959: The Five Pennies
- 1959: The Night before the Premium
- 1961: Paris Blues
- 1961: Auf Wiedersehen
- 1966: A Man Called Adam
- 1969: Hello, Dolly!
