factograf
KU

Rêxistina neteweperest a milîtan a sinî-îslamî ya filistînî ya ku li dijî Îsraêlê şer dike

Hemas

All data from the card 14
Welat
Dewleta Filistînê
Dewlet
Filistîn
Dema avabûnê
10 kanûna pêşîn 1987
Damezrîner
Ahmad YasinAbdel Aziz al-RantissiMahmoud al-ZaharMohammad TahaImad al-AlamiAbdul Fatah DukhanHassan Yousef
Cihê damezrandinê
Şirîta Xezeyê
Serok
Khaled Mashal (2024–)
Cihê baregehê
Xeze
Pêk tê ji
foreign relations of Hamas
Peywendî
Eksena Berxwedanê
Hj. endaman
20.000
Rengê fermî
Kesk
Nerîna siyasî
Milê rastê û Siyaseta çepgir
Îdeolojiya siyasî
Fundamentalîzma îslamî, Îslamîzm, dijsiyonîzm, cîhadîzm, Islam and nationalism, dijîmperyalîzm, dijamerîkanîzm, Antîsemîtîzm, progressivism, Palestinian nationalism û Islamic nationalism
Malper
hamasinfo.infohamasinfo.info/

Hemas (bi erebî: حَمَاسْ, ḥamās, kurtenivîs: Ḥarakat al-muqāwama al-islāmiyya) rêxistineke çekdarî ya îslamîst a filistînî ye ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê, DYA, piraniya dewletên rojavayî û hinek dewletên ereb-misilman ve wekê rêxistineke terorîstî hatiye destnîşan kirin.

Hamas îro yek ji aktorên sereke ye di pevçûna Rojhilata Navîn û pevçûna Îsraêl û Filistînê de.

Dîrok

Di sala 1987an de Hemas wek şaxeke Birayên Misliman ji aliyê Ehmed Yasîn û kesên din ve hat damezrandin. Rêxistin îro ji sê beşan pêk tê: Tûgayên Qessam ên paramîlîter, rêxistineke alîkariyê û partiyeke siyasî.

Yek ji armancên sereke yên Hemasê, ji holê rakirina dewleta Îsraêlê bi rêyên leşkerî û avakirina dewleteke îslamî ye. Di peymana damezrandina xwe de ku di 18ê tebaxa 1988an de hat weşandin, Hemas behsa teoriya Protokolên Rihspiyên Siyonê, komploya antîsemîtî ya herî berbelav a cîhanê dike, tevî ku protokol di sala 1921ê de wek sexte hatibûn eşkerekirin. Di 1ê gulanê 2017an de, Hemasê kaxezek polîtîk weşand ku peymana 1988an temam dike.

Baskê wê yê leşkerî ji sala 1993an vir ve bi bombebaran û êrîşên xwekujî yên li dijî dewleta Îsraêlê tê naskirin, ku piranî sivîl û leşkerên Îsraêlî dikin armanc. Ji ber vê yekê ew bi qanûnî ji hêla Yekîtiya Ewropayê, Dewletên Yekbûyî, Îsraêl û hin dewletên ereb-misilman wekî rêxistinek terorîst tê nasîn.

Li Herêma Xweser a Filistînê Hemas weke rêxistineke alîkarî jî dixebite. Cara yekem Hemas di sala 2006an de derket ser dika siyasî û di hilbijartinên 25ê kanûna paşîn a 2007an de piraniya kursiyên parlamena Herêma xweser a Filistînê bi dest xist. Di heman salê de Hemasê Zîvala Xezeyê bi rêyên leşkerî xiste bin kontrola xwe û bi vê yekê Herêmên Filistînê bûn du perçe. Ji wê demê ve, wê bêyî ku careke din hilbijartin bêne lidarxistin, Hemas li Zîvala Xezeyê birêve dibe.

Ji ber ku armanca wê ya sereke ji holê rakirina Îsraêlê ye, rêxistina Hemasê çareseriya dudewletî, ku tê wateya du dewletên serbixwe yên cîran bi navê Îsraêl û Filistîn, red dike. Ji bo vê yekê Hemas herêmên bêrê yên Filistînê ên di navbera Deryaya Navîn û Çemê Urdunê jî dixwaze.

Di 7ê cotmeha 2023yan de, Hemasê dest bi êrîşeke mezin li dijî Îsraêlê kir û ji gelek aliyan ve bi rêya esmanî, deryayî û bejahî ve êrişî deverên niştecihên Îsraêlî kir.

Read next

In 123 languages

kuAfrikaansAlemannischالعربيةالدارجةمصرىasturianuazərbaycancaتۆرکجهбашҡортсаBikol Centralбеларуская (тарашкевіца)беларускаябългарскиभोजपुरीবাংলাབོད་ཡིགbrezhonegbosanskicatalàکوردیčeštinaчӑвашлаCymraegdanskDeutschZazakiΕλληνικάEnglishEsperantoespañoleestieuskaraفارسیsuomiføroysktfrançaisNordfriiskFryskgalegoHausaעבריתहिन्दीhrvatskimagyarհայերենԱրեւմտահայերէնinterlinguaJaku IbanBahasa IndonesiaInterlingueIdoíslenskaitaliano日本語JawaქართულიTaqbaylitқазақшаភាសាខ្មែរ한국어کٲشُرLatinaLëtzebuergeschLimburgslombardລາວlietuviųlatviešuमैथिलीMalagasyMinangkabauмакедонскиമലയാളംмонголमराठीBahasa MelayuمازِرونیनेपालीNederlandsnorsk nynorsknorskਪੰਜਾਬੀPapiamentupolskiPiemontèisپنجابیپښتوportuguêsRuna Simiromânăрусскийsicilianuسنڌيsrpskohrvatski / српскохрватскиSimple EnglishslovenčinaslovenščinaSoomaaligashqipсрпски / srpskisvenskaKiswahiliꠍꠤꠟꠐꠤதமிழ்తెలుగుтоҷикӣไทยTagalogtoki ponaTürkçeукраїнськаاردوoʻzbekcha / ўзбекчаTiếng ViệtWinaray吴语მარგალურიייִדישⵜⴰⵎⴰⵣⵉⵖⵜ ⵜⴰⵏⴰⵡⴰⵢⵜ閩南語 / Bân-lâm-gí粵語中文

Text from Wikipedia, CC BY-SA 4.0 · Source article