Artêşa Pasdaran a Şoreşa Îslamî ya Îranê (bi farisî: سپاه پاسداران انقلاب اسلامی, Sepāh-e Pāsdārān-e Enghelāb-e Eslāmi), hêzeke sereke yê piralî ya artêşa Îranê ye. Artêş di 22ê nîsana sala 1979an de bi rêdana Ayetula Xumênî û bi fermana meclîsa şoreşê hate ava kirin û ji beşên wekê hêzên bejahî, hêzên hewafezayî, hêzên deryayî, hêza Qudsê û hêza Besîc pêk tê.
Li gel ku Artêşa Îranê ku bi kevneşopî serweriya welet diparêze, bi erkeke destûrî ya Artêşa Pasdaran a Şoreşa Îslamî ya Îranê yekparçeyiya Komara Îslamî misoger bike. Li gorî şîrovekirina vê radeyê (desthilatî) tê îdîa kirin ku artêş erkên pêşîgirtina li destwerdana biyanî li Îranê, têkbirina darbeyan ji aliyê artêşa kevneşopî ve û têkbirina "tevgerên dijîdeolojiyê" ku zirarê didin mîrateya îdeolojîk a şoreşa îslamî, tîne cih.
Beş
- Hêzên bejahî
- Hêzên hewafezayî
- Hêzên deryayî
- Hêza Qudsê
- Hêza Besîc
Serokên arteşê
- Mohammad Ali Jafari (Mihemed Elî Ceferî, 2007-21.04.2019)
- Hossein Salami (Hisên Selamî, 21.04.2019-...)
